1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "PDK b fermana Tirkiye hêzaxwe li Şengalê Zêde dike"
"PDK b fermana Tirkiye hêzaxwe li Şengalê Zêde dike","pdk,b,fermana,tirkiye,hêzaxwe,li,şengalê,zêde,dike"

"PDK b fermana Tirkiye hêzaxwe li Şengalê Zêde dike"

A+ A-

QAMIŞLO - Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî, destnîşan kir ku PDK'ê li ser fermana Tirkiyê, hêzên xwe li ser sînorê di navbera Rojava û Şengalê de, zêde dike.

Di van rojên dawiyê de dîsa liv û tevgera leşkerî ya PDK li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de zêde bûye. PDK ku tank û gelek alavên leşkerî yên giran li Rabîa û Şengalê bi cih kir bû sedema nerazîbûnan û gelek şîroveyên cûda. Nûçegîhana ROJnewsê Şînda Ekrem têkildarî mijarê bi Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî re hevdîtin kir. Şêx Baqî axivî û got: “Hemû pîlanên Tirkiyê bin ketin, vê carê dixwaze bi rêya PDK'ê bigihêje armancên xwe." Cemal Şêx Baqî diyar kir ku dewleta Tirk nikarîbû Rojava bixe dorpêçê û dagir bike û wiha domand: "Hemû hewldanên Tirkiyê yên dagirkeriyê têk çûn, ji ber vê hewl dide bi alîkariya PDK'ê herêmên Sinûnê û Rabîayê dagir bike." Şêx Baqî da li ser hewldanên derxistina PKK’ê ji Şengalê jî got: “Ev yek ji fermanên Tirkiyê ye û dijminatiya PDK'ê ya li dijî şoreşa Rojava û Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşan dide."

Baqî di dawiya axaftina xwede bang li PDK’ê kir û got: “Dê ev siyasetên PDK'ê zirerê bide gelê Kurd yê her çar parçeyên Kurdistanê. Em bang li PDK'ê dikin ku li gorî siyaseta Tirkiyê tev negere."